PeyamaKurd – Peymana Bakurê Atlantic (NATO) wê hêza xwe ya leşkerî li Iraqê zêde bike û pêgeha xwe xurtir bike.
Beriya niha NATO ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Korona û gefên li ser asayişa niştimanî ya Iraqê, ev plana xwe bi paş xistibû.
Wezîrê Berevaniyê yên welatên NATOyê, îro Pêncşemê deng li ser zêdekirina hêzên xwe li Iraqê didin.
Li Iraqê niha 500 leşkerên NATOyê hene. Li gor wê planê, 4500 leşkerên din tên zêdekirin.
Hejayî bibîrxistinê ye, ev plana NATOyê di demekê de ye, alozî di navbera Amerîka û mîlîşyayên Şîe ên Iraqê zêde bûye, bi taybet ji piştî kuştina Fermandarê Lîwayê Qudisê yê Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin