Navça Sındırgı ya bajarê Balıkesirê hejiya: Dereca hejê 4,5 bû

Dîroka weşanê :
Navça Sındırgı ya bajarê Balıkesirê hejiya: Dereca hejê 4,5 bû

PeyamaKurd – Bi salaye ku navça Sındırgı ya bajarê Balıkesirê diheje û erdhejên bi xeter li wê derê dibin. Erdheja ewilî di 10ê Tebaxa 2025an de, bi dereca 6,1 çêbû û heya niha erdhej li pey hev dewam dikin.

Îro jî seet di 18.11an de li Sındırgiyê erd hejiya û kûrahiya wê di bin erdê de di km ya 11.58an de ye.

AFADê ragihand ku heya niha di encama erdhejê de ti rûdanekî neyînî nehatiye bihîstin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin