PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Fermandarê Operasyonên Giştî yên Hevpeymaniya Navdewletî General Austin Renforth û şanda pê re civiya.
Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de, hevkariya zêdetir ji bo hêzên Pêşmerge xwest û ji şanda mêvan re diyar ku ji bo rêgirtina li tevgera teroristan û rûbirûna gefên wan li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzên Pêşmerge heye.
Barzanî got, “Ji bo hevkariya hemû aliyan, zûtir zemîneya li bar ji bo asayîkirina rewşê bê peydakirin û bi çarerserkirina pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî, sedemên serîhildana tundûtûjiyê nemînin.”
Şanda Hevpeymanan piştgîriya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî dubare kir û diyar kir, “Ew dilxwazin ku ew hevahengî li hemû navçeyan girîngî pê re were dayîn. Hêzên Hevpeymanan jî bi çaksazî, hevkarî û rahênankirina hêza Pêşmerge berdewam dibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin