PeyamaKurd – Nesir Herîrî ji aliyê Itîlafa Opozisyona Sûriyê ve, ji endamtiya Komîteya Danûstandkar hat dûrxistin û sedemên dûrxistina Herîrî, heta niha jî nehatine eşkerekirin.
Nesir Herîrî heta berî dûrxistinê jî, Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê bû ku bi çavdêriya Netewên Yekbûyî bi hikûmeta Sûriyê re danûstandinan dike.
Li gor hinek çavdêran diyar kirin, Nesir Herîrî ku pêştir di sala 2020an de Serokê Itîlafê û Serokê Komîteya Danûstandkar a Opozisyonê jî bû, Siûdî jê nerazî bû û bi dûrxistina wî Itîlaf dixwaze pêwendiyên xwe bi Siûdiyê re baş bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin