PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku dibe şerê Xezzeyê yê ligel Hemasê heta 2025an jî dewam bike.
Li gorî nûçeya medya Îsraîlê Netanyahû di civîna ligel Fermandariya Başûr a Artêşa Îsraîlê ya li bajarê Birussebiyê de, li ser şerê Xezzeyê axivî û got, dibe ku şer heta sala 2025an jî dewam bike û heta Hemas neyê tunekirin ew nasekinin.
Hêjayî bibîrxistinê ye Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant jî destpêka vê hefteyê ragihandibû ku ew ketine qonaxeke nû ya şer û li nêzîk dê operasyonên li bakurê Xezzeyê bên kêm kirin û yên aliyê başûr jî bidawî bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin