Netanyahu pistgirî da Elon Musk: Elon dostekî mezin ê Îsraîlê ye

Netanyahu pistgirî da Elon Musk: Elon dostekî mezin ê Îsraîlê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgirî da Elon Musk, ku jesta wî wek silava Naziyan hat dîtin. Netanyahu got: "Elon dostekî mezin ê Îsraîlê ye."

Netanyahu piştgirî da milyarderê Amerîkî Elon Musk, ku jesta wî wek silava Naziyan hatiye dîtin û bûye cihê nîqaşan.

Netanyahu bi weşandina postek li ser hesabê xwe yê Xê piştgirî da Musk ku bi Nazîbûnê tê tawanbarkirin.

Netanyahu nivîsî: "Elon dostekî mezin ê Îsraîlê ye," bi bîr xist ku Musk piştî 7ê Cotmeha 2023an serdana Îsraîlê kiriye.

Netanyahu spasiya Musk kir û got ku wî her tim bi xurtî piştgirî daye Îsraîlê.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin