PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî (UN) 30 TIR malzeme bo bajarê Idlibê di çarçoveya alîkariya mirovî de şand bajarê Sûriyê Idlibê. TIR ji bajarê Hatayê, ji depoyên lojîstîk hatin barkirin. Bi parastina hêzên cendirme yên Tirkiyê û tîmên Neteweyên Hevgirtî, çûn deriyê navçeya Reyhanlı ya bi ser Hatayê de yê bi navê deriyê Cilvegözü. Piştî formalîteyên derî hatin cî, her 30 TIR ber bi Idlibê ve hereket kirin.
30 TIR alîkariya mirovî dê ji aliyê NH de bo sîvîlan bê belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin