PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 13ê Sibatê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriyeyê dicive û rêkeftina 29ê Çileyê ya dîrokî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gotûbêj dike.
Piştî derxistina “Biryarnameya Jimare 13an” ku nasnameyê li Kurdan vedigerîne, Konseya Ewlehiyê îro dicive da ku pêngavên nû yên li Sûriyeyê binirxîne.
Di civînê de ji bilî entegrasyona HSDê, veguhestina girtiyên DAIŞê ji bo Iraqê û rewşa mirovî ya li Kobaniyê jî di rojevê de ne.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Claudio Cordone û Alîkara Sekreterê Giştî ya KarûbBarên Mirovî Joyce Msuya dê raporên xwe pêşkêş bikin.
Hate zanîn ku mijareke sereke ya civînê, gotûbêjkirina li ser rêkeftina 30yê Çileyê ye ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.
Li gorî karnameya civînê, rêkeftin behsa tevlîbûna qonax bi qonax a hêzên HSDyê ya li nav saziyên dewletê dike. Di beşeke din a civînê de rewşa mirovî tê gotûbêjkirin. Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku hîn jî 142 hezar kes li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê koçber in.
Herwiha di civînê de Nûnerê Brîtanyayê bi navê çend welatan daxuyaniyekê li ser rola jinan di pêvajoya siyasî û avadankirina Sûriyeyê de pêşkêş dike.
Hate diyarkirin ku aloziyên Siwêdayê û nerazîbûnên Durziyan, hewldanên Îsraîlê yên li ser başûrê Sûriyeyê jî dê bibin mijareke din a civîna Konseya Ewlehiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin