Ûkrayna: Di erdhejê de 5 hemwelatiyên me can dan

Ûkrayna: Di erdhejê de 5 hemwelatiyên me can dan

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Ûkraynayê ragihand ku 5 hemwelatiyên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê wezaretê Oleg Nikolenko, di rêya medya civakî de ragihand ku dîplomatên wan hemwelatiyên wan yên di redhejê de bandorê dîne, dewama alîkraiya wan dikin.

Nikolenko ragihand ku ji bo koordîna lêgerîna hemwelatiyên Ûkraynayê bikin, grûba duyem çûye deverên din yên Tirkiyê da destekê bide wan û wan ji bo Ûkraynayê tehliye bike. Nikolenko got ku li herêma erdhejê 136 hemwelatiyên wan hene, ji wan 36 kes hatine tehliyekirin û lêgerîna li 7 kesan dewam dike. Mixabin 5 hemwelatiyên Ûkraynayê jiyana xwe ji dest dane.

Nikolenko got ku ji bo cenazan bişînin Ûkraynayê tedbîran dîne û plan kirine ku 22 hemwelatiyên din tehliye bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin