Welatiyê Amerîkî dema paqijkirina mînên DAISê can da

Welatiyê Amerîkî dema paqijkirina mînên DAISê can da

PeyamaKurd – Welatiyekî Amerîkî ji tîma paqijkirina mînên DAIŞê li Iraqê, dema operasyona paqijkirina bermayiyên DAIŞê de mîn pê de teqiya û tevî du welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên polîsê Iraqê ragihandin ku endamê tîma navnetewî ya paqijkirina mînan ê welatiyê Amerîkî, roja sêşema borî dema li nêzîkî Mûsilê di operasyona paqijkirina mînan û bombeyên vedayî de cî digirt, jiyana xwe ji dest da.

Polîsê Iraqê da xuyakirin, kesê ku can daye endamê Weqfa Çalakiyên Mînan a Swîsreyê (FSD) ye û li dorûbera gundekî 60 km nêzîkî Mûsilê mînên bermayiyên DAIŞê paqij dikir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin