Demîrtas: Çeteyan ji bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane

Demîrtas: Çeteyan ji bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, di derbarê komkujiya Konyayê de ji parêzerên xwe re diyar kir, sedema kuştina Kurdan zimanê desthilatê ye û çeteyên hundir û derveyî dewletê, ji bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane.  

Selahedîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe komkujiya Konyayê bi tundî şermezar kir û da zanîn, sedema komkujî û pevçûnan, siyaseta cudaker a desthilatê ye. Çeteyên hundir û derveyî dewletê ji bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane.

Demîrtaş ji hemû Kurd û Tirkan daxwaz kir, rê nedin siyaseta cudaker û zimanê nefretê û xwe li hember wan neçemînin.

Herwiha eşkere kir, ew ji bo mafnasî û dadê dixebitin û ji ber vê divê tu kes xwe bêhêvî û bêxwedî nebîne. Dibe ku zehmet be, lê ew ê tekez aştî û azadî û dadweriyê pêk bînin.

Li gundê Hasankoy a navçeya Meram a ser bi parêzgeha bajarê Konya ya Tirkiyê ve, roja 30.07.2021ê komeke nijadperestên Tirk êrîşeke çekdarî birin ser malbateke Kurd û di encamê de ji vê malbata Kurd 7 kes hatin qetilkirin û mala wan hate şewitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin