Nivîskarê Tirk: Hemin Trump ji Mezlûm re dibêje ‘General’ em jî ji Bexdadî re bejin ‘Maresal’

Dîroka weşanê :
Nivîskarê Tirk: Hemin Trump ji Mezlûm re dibêje ‘General’ em jî ji Bexdadî re bejin ‘Maresal’

PeyamaKurd - Nivîskarê Tirk Mehmet Barlas di gotara xwe ya îro de amaje kir ku Trump zêdegaviyan dike û di mijaran ku wan eleqedar dikin de destê xwe sivik digirin lê “terorîstan datînin ser serê xwe.” Barlas pêşniyareke ecêb kir û got em jî el Bexdadî re bêjin 'Mareşal'.

Nivîskarê Tirk Mehmet Barlas ê rojnameye Sabah ê ku nêzîkî hikûmeta Erdogan e, piştî kuştina Serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî dibêje, hemin (Serokê Amerîkayê Donald) Trump ji (Serfermandarê Giştî yê HSDê) Mezlûm Ebdî re dibêje ‘General’, naxwa em jî jî el Bexdadî re bejin ‘Mareşal’.

Barlas wisa got, “Ez dibêm. Hemin Trump ji terorîstê me Ferhat Ebdî re dibêje ‘Generel’, em jî ji yên wan re bêjin ‘Mareşal’… Çimkî heye ku sibe rabe û ji serokê FETOyê re jî bêjin ‘xelîfe.”

Serokê Amerîkayê Trump duh ragihandibû ku Serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî di encama operasyoneke hevbeş de hatiye kuştin. Trump ji bo wê operasyona kuştina Bexdadî spasiya Rûsya,Tirkiye û Iraqê kir û bal kişand ser alîkarî û piştgiriya hêzên kurd û got, "Ji bo piştgiriya wan spasiya Kurdan û Kurdên Sûriyê dikim."


Tirkmenek bû serokê nû yê DAIŞê

Trump: Serokê DAIŞê Bexdadî hat kuştin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin