HSD: Kesê ku malbatên DAISê ji Kampa Holê direvand hat girtin

HSD: Kesê ku malbatên DAISê ji Kampa Holê direvand hat girtin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan di çarçoveya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞê de, 7ê Sibatê operasyonek li gundewarên Hesekê pêk anîye û kesekî ku malbatên DAIŞîyan ji Kampa Holê direvand hatiye girtin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê de hatiye gotin, “Hêzên me di 7ê Sibatê de di operasyoneke leşkerî ya hevbeş de bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li herêma Hedadiye ya Hesekê kesek ku malbatên çeteyên DAIŞê direvandin, girt.”

Hêjayî gotinê ye, hêzên ewlekariya kampa Holê 8ê Çileyê 2021ê, dema hewl da endamekî şaneyên DAIŞê bigire, şer derket di navbera wan de rû dabû û ew çekdarê DAIŞê yê dixwest malbatan ji kampa Holê birevîne hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin