PeyamaKurd- Mela Kirekar yê bi navê Ferec Ahmed Necmeddîn li Norweçê dima, ji aliyê rêvebirên pêwendîdar ve teslîmê hukumeta Îtalyayê hat kirin. Mela Kirekar ji ber pêwendiyên wî yên bi DEAŞê re, ji aliyê dadgeha Îtalyayê de cezayê zîndanîkirinê hatiye dayîn.
Mela Kirekar li balafirxaneya Fiyamiçino ya Romayê ji aliyê beşa pêwendîdar ve hat destserkirin û wî birin zîndana Ribibiyê nav zîndaniyên taybet.
Her çendîn hukumeta Norweçê berê xwest Mela Kirekar bişîne Iraqê lê ew nexwest ku here Iraqê. Mela Kirekar di gelek bûyerên li aliyê bajarê Silêmaniyê û ser sînorê navbera Iraq û Îrana heyî, tevlî qewimandinan bûbû û di bûyeran de ji pêşmergeyên YNK ê gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn.Mela Kirekar damêzrenêrî Piştiwananî Îslam le Kurdistan an jî Ansar al-Islam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin