PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo keşe Andrew Brunson Tirkiye bi zextên berfireh tehdîd kir.
Trump, li ser hesabê Twitterê cih da van îfadeyan:
"Amerîka ji bo keşe Andrew Brunson ku însanekî mukemmel e û bavê malbatekê ye wê zextên berfireh deyne ser Tirkiyê. Lewra Tirkiyê ew demeke dirêj e girtiye. Divê ev însanê dînî ku masûm e demildest were azadkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin