'Rejîma Erdogan rûpeleke din a sermê li dîroka Tirkiyê zêde kir'

'Rejîma Erdogan rûpeleke din a sermê li dîroka Tirkiyê zêde kir'

PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê li ser destdanîna ser şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ragihand ku darbeyeke sivîl hatiye kirin û “Wê îro di dîroka siyasetê de wekî darbeyeke nû ya sivîl bê nivîsandin.”

Temellî got, "Niha dema wergirtina înîsiyatîfa siyaseteke demokratîk e” û bang li opozîsyona Tirkiyê kir bi hev re tevbigerin û diyar kir, “Em li her deverê Tirkiyê rûbirûyî êrîşên dijî hilbijartiyan tên.”

Hevserokê HDPê li ser operasyona îro ya tayînkirina qeyûman wiha got:

“Vê sibehê em rojeke reş re şiyar bûn. Ev deshilatdarîya bloka AKP-MHPê, rejîma Erdogan a Tirkiyê rûpeleke şermê li dîroka Tirkiyê zêde kir. 19ê Tebaxê wekî darbeyeke sivîl ket dîroka Tirkiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin