PeyamaKurd – Doh bi zarê hin xebatkarên navenda danûstandinê ya li Cizîrê ‘Cizre Parkê’ hatibû ragihandin ku xwediyê dikanan, li xebatkaran axaftina Kurdî li mişteriyan re qedexe kiriye.
Li ser belavbûna vê îdiayê Rêveberê Giştî yê Cizre Parkê Celal Ercan red kir ku Kurdî hatibe qedexekirin û got, ew gotegot û tohmetên tenê kirin propagandayeke bêbingeh a li dijî wan e.
Rêveberê Mall a Cizre Parkê ji Rûdawê re gotiye, ew wan îdiayan bi tevahî red dikin û diyar kiriye, “Ew tenê propagandayeke li dijî me ye, ji bo reşkirina me ye û ti bingeheke wê nîne.”
Celal Ercan daye zanîn, “Herêm, herêmeke Kurdî ye û li her derî xelk bi Kurdî diaxive, piraniya xelkê bi Kurdî diaxivin. Dayik, xûşk û hevjîn û malbatên me, gelek ji wan bi Tirkî nizanin, ev îdiayeke derew e.”
Ercan herwiha bal kişandiye ser ku wan ji bo xelkê herêma xwe hilberîn kiriye ku 500 kes ji xelkê me ligel wan dixebitin û daye xuyakirin ku ji ber herêmeke Kurdî ye ti kesek ji dikandaran nikare bi serê xwe tiştekî wiha bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin