Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê li ser hesabê xwe yê Facebookê bi daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir, hêzên wan çekdarekî DAIŞê ku di nava rêxistinê de wek yek ji çekdarên ‘wîlayeta bakurê Bexda ya DAIŞê’ bû’, herwiha berpirsê veguhestina xwekujên çeteyan bû, girtine.
Hat diyarkirin, di dema lêpirsînê de wî çekdarî eşkere kiriye, li bajaroka Tarmiye ya dikeve bakurê Bexdayê, depoyek ya çek û teqemeniyan heye.
Herwiha hat destnîşankirin, piştî mikurhatina çete hêzên Iraqê wan çek û teqemenî jî desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin