PeyamaKurd- Rêxistina Cotkarî û Zadî ya Netewên yekbûyî (FAO) ragihand ku li Sûriyê 5 mîlyon û nîv insan têr xwarinê naxwun.
Di derbarê rewşa Sûriyê ya civakî û aboriyê de Rêxistina Cotkarî û Zadî ya Netewên yekbûyî (FAO) daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Hilberîna gênim di van 29 salên dawî de ketiye asta herî kêm de. Pêvajoya şêrr û şertên hewayê yên dijwar hilberîna gênim kêm kiriye. Îsal 1.2 Mîlyon ton genim hatiye hilberîn. Li gorî sala 2017an, ev rêje ji 3 behran behrek kêm bûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin