NYê hisyar kir: Dibe ku bi hezaran kes bimirin!

NYê hisyar kir: Dibe ku bi hezaran kes bimirin!

PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyar kir ku li Xezaya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye, dibe ku bi hezaran kes bimirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî û Koordînatorê Rewşa Awarte ya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî yê Koordînasyona Karûbarên Mirovî Martin Griffiths, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re rewşa mirovî ya ku sivîl di nav de ne ragihand.

Martin Griffiths di peyama xwe de bal kişand ser navgîn û hewcedariyên jiyanî yên li herêmê û got ku

“Li ser Xezayê, xeyaletê mirinê digere. Heger av, elektrîk, xurek û derman tunebin; dê bi hezaran mirov bimirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin