PeyamaKurd – Asayîşê, li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, 6 mamoste bi tohmeta ku dersên taybet ên programa Hikûmeta Sûriyê didin xwendevanan, girt.
Li gor zanyariyan, navê mamostayên girtî wiha ne: Ebdulhemîd Elîko, Îdrîs Şerîf, Muslih Sîno, Mihemed Rehmetula Silêman û birayê wî Îbrahîm, Îdrîs Elîko û Delîl Şêx Mûsa.
Asayişê beriya niha jî mamostayên Dirbêsiyê agahdar kiribû ku eger dersên programa xwendinê ya Hikûmeta Sûriyê bidin xwendevanan, dê bêne girtin.
Li Rojavayê Kurdistanê hemû polên xwendinê ji pola yekê û heya 12 hemû bi zimanê Kurdî ne. Rêveberiya Xweser ji sala 2013 dest bi wê proseyê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin