Nêçîrvan Barzanî bo Dr. Azad Necar: Em bi te sanaz in

Nêçîrvan Barzanî bo Dr. Azad Necar: Em bi te sanaz in

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekxemê pêşwaziya doktorê navdar ê Kurd ku yekem car projeya dilê çêkirî yê destkir bi ser xistiye, Dr Azad Necar kir.

Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Dr. Necar kir û dahênana wî bi xizmeteke mezin ya ji bo mirovayetî û paşeroja pizîşkiyê da zanîn ku dikare jiyana hezaraan mirovan biguhere.

Barzanî, hemû piştgîriyeke xwe jî ji bo serxistina her projeyeke din ya paşerojê de dûpat kir û birêz û hemû dahênerên Kurdistanî li her ku bin bi cihê şanaziya gelê Kurdistanê da zanîn û got: ”Em şanaziyê pê ve dikin”.

Dr Azad Necar spasî û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya Nêçîrvan Barzanî derbirî û hêvî xwest dahênana wî xizmetek li warê pizîşkî bike û bikare li paşerojê de amûr û dezgeh û dahênanên nû di vî warî de pêk bîne.

Dr. Azad Necar 53 salî ye û ji Zaxo ye. Li Swêdê pizîşk e û kariye piştî 20 salên karkirina berdewam dilê destkir dirust bike. Herwiha xwediyê dehan dahênanên din e di warên perçeya destkir û amûrên neştergerî û bawernameya parastina dahênana wî jî bi wî hatiye bexşîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin