Hukumeta Afxanistanê û Talîban li Qatarê civiyan

Hukumeta Afxanistanê û Talîban li Qatarê civiyan

PeyamaKurd – Heyeta hukumeta Afxanistanê û Talîbanê li Qatarê bo pêvajoya lihevhatinê civiyan. Di hevdîtinê de biryar hat dayîn ku piştî cejnê hevdîtineka nûh bikin. Berdevkê baregeha Talîbanê ya Qatarê Muhammed Maîm weha got:

“Îro ber destê esrê, bi tevlîbûna cîgirê rêvebirê karên siyasî yê Talîbanê Mela Muhammed Birader Axûnd û heyeta muzakereyan ya hukumeta Afxanê hevdîtinekî pêk hat.”

Naîm her weha got ku piştî cejnê di navbera her dû terefan de wê hevdîtin çêbibe û weha dewam kir:

“Di hevdîtina îro de li ser halê carî yê welat û lezdana muzakereyan ya navbera Afxanan hat axaftin. Her dû teref bûn hemfikir da piştî cejnê hevdîtinekî dinê pêkbînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin