32 sal di ser Komkujiya Helebcê re derbas bûn lê hêj birînên qurbaniyan teze ne!

32 sal di ser Komkujiya Helebcê re derbas bûn lê hêj birînên qurbaniyan teze ne!

PeyamaKurd – Îro 16ê Adara 2020an e û di ser Komkujiya Helebecê re 32 sal derbas dibin. Di salvegera 32yeîn de jî birînên qurbaniyan sax nebûne û heya îro jî gelek welatan ev komkujî û qirkirin wekî komkujiyekê nas nekirine û birînên qurbaniyan teze ne.

16ê Adara 1988an li Helebceya Herêma Kurdistanê hêzên rejîma Beisa Iraqê bi bombebarana kîmyewî di nava çend saetan de li Helebçê û derdora wê zêdetirî 5 hezar sivîl qetil kirin û nêzî 10 hezar kes birîndar bûn û seqet man. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û îxtîyar bûn.

Li Helebcê ne tenê 5 hezar mirovên Kurd û sivîl, lê ûjdanê mirovahiyê jî hat qetilkirin ku piraniya wan zarok, jin û îxtîyar bûn.


Ala Kurdistanê û Bîrdariya Helebcê

 

Ev ne tenê kiryareke qirêj a Seddam Huseynê faşîst û dîktator bû, herwiha şerm û tawana hemû mirovahiyê bû jî.

32 sal di ser komkujiyê re derbas dibin û heya îro jî gelek welatan ev komelkûjî û qirkirin wekî komkujî nas nekirine.

Li ser rûyê zemîn cara pêşiyê bû bû ku dewletekê, di nav sînorê xwe de çekên kîmyewî bikar anîn û bandora gaza kîmyewî ya ku di wê demê da hatibû bikaranîn hê jî li ser mirovan û deverê dewam dike.

Bi hezaran jin û mêr ji ber wê gazê nikarin bibin xwediyê zarokan. Li Helebcê ji malbatan sedî 90ê wan di êrîşa bi çekên kîmyewî de merivên wan hatin kuştin

Xelkê Helebçeyê hê jî birîndar e û ji bo ku birînên wan baş bibin û bikewin heya îro jî gaveke berbiçav nehatiye avêtin.


Em wekî malbata PeyamaKurd, bi helkefta salvegera komkujiya Helebcê, sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyên Helebce dikin û giyanê pak ê şehîdên Helebce û tevahiya Kurdistanê bi giramî û rêzdarî bibîr tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin