PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk, operasyonek li dijî şaneyên nihênî yê DAIŞê li rojhilatê Hesekê pêk anî û di encamê de terorîstekî DAIŞê hat kuştin.
Rêveberê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhad Şamî di daxuyaniyekê de diyar kir, HSDê îro operasyoneke ewlekariyê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Hesekê encam daye, ji bo jinavbirina şaneyeke terorîstî û metirsîdar a DAIŞê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser twitterê daye zanîn: “Îro Hêzên Sûriya Demokratîk li derdorê Hesekê, Sûriye êrîşek pêk anîn ku di encamê de terorîstekî DAIŞê hat kuştin.”
Wayne Marotto destnîşan kiriye, hêzên hevpeymaniyê du êrîşên asmanî li derdora avahiya ku ew çekdarê DAIŞê tê de dima, encam dan, ji bo piştevaniya hêzên HSDê û jinavbirina wê gefa terorîstî.
Marotto herwiha eşkere kiriye: “Mafê xwezayî yê Hevpeymaniyê heye ku parastina hêzên hevparê me bike. Di encama operasyonên HSDê ên êrîşa hewayî de tu sivîlek nehat kuştin.”
Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew êrîş li gundê Xirbe Camûs hatiye pêkanîn, ku ew gund jî li gundewarê Hesekê ye û bi tenê 6 km ji navenda bajarê Hesekê dûr e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin