Arabistana Si’ûdiyê kurê Bîn Ladîn ji hemwelatiya xwe derxist

Arabistana Si’ûdiyê kurê Bîn Ladîn ji hemwelatiya xwe derxist

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku wan kurê damezrênerê El-Qaîdeyê Usame Bîn Ladîn, Hamza Bîn Ladîn ji hemwelatiya xwe derxistiye. Li gor rojnameya Ûqazê ku nîv fermî organa dewletê ye, biryara ku ji aliyê wezareta karên hundir de hatiye dayîn, ji aliyê qraliyetê ve hat tesdîqkirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku biryara derxistina ji hemwelatiyê ya Hamza Bîn Ladîn di rojnama fermî ya qraliyetê de ya bi navê Ummul Qura de hatiye belavkirin.

Amerîka bo serê Hamza Usame Bîn Ladîn 1 mîlyon dolar xelat daniye. Hamza di nava El Qaîde de bilind dibe û dixwaze tola bavê xwe ji Amerîkayê hilde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin