Li Hewlêr û Duhokê rewsa 31 nexwesên korona giran e

Li Hewlêr û Duhokê rewsa 31 nexwesên korona giran e

PeyamaKurd – Li gorî ragihandin rayedarên tenduristiyê li Duhokê rewşa 19 neşxweşên koronayê li Hewlêrê jî rewşa tenduristiya 12 pêketiyên koronayê giran e.

Serpereştê çareser kirina nexwaşên vîrusa korona li parêzgeha Duhokê diyar kir 19 pêketiyên vîrusa koronayê bi amûrên oksîjenê ve girêdayî ne û rewşa wan gelek metirsîdar e.

Serokê beşa çareserkirina nexweşên vîrusa koronayê li Duhokê Dr. Mueyed Exalî ragihand ku rewşa 44 pêketiyên vîrusa koronayê xirabe û ji wan jî rewşa hin pêketiyan dijware û metirsîdar e. Niha 19 pêketiyên vîrusa korona li ser amûra oksîjenê hatine girêdan û rewşa wan xirab e..

Berpirsê nexweşxaneya Îmaratî ya Hewlêrê ku taybet bi nexweşên Koronayê ye, Dr. Şaxewan Xeylanî jî daye xuyakirin ku rojane rêjeya pêketina Koronayê zêde dibe û i nexweşxaneya wan 52 nexweş hene ku rewşa 12 kesan xirab e.

Berpirsê nexweşxaneya Îmaratî bang li welatiyan kir xwe biparêzin û şîretên tenduristiyê jî bicih bînin da ku mirina mirovên xwe nebînin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihandiye ku ji roja 14 heta 20ê vê mehê, 3 hezar û 712 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û di heyama hefteyekê de 163 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin