PeyamaKurd - Endamê parlamentoyê Ermenistanê Vhagen Typhusian, ji ajansa Armen Press a Ermenistanê re li ser anîna çekdarên ji derve yên cîhadîst ên Sûriyê bo şerê Ermenistan-Azerbaycanê de axivî û got: “Çekdar hewl didin heta li ser welatiyên Azerbêcanê jî şerîeta îslamê ferz bikin.”
Typhusian gotiye, di destpêka meha Îlonê de rojnameya Russian Nezavisimaya Gazeta di nûçeyekê de ragihandiye ku çekdarên ji Sûriyê hatine anîn plana êrîşa Ermenistanê dikin, lê ew nûçe bi fişara Azereyêcanê hatiye jêbirin.
Endamê parlamentoyê, dibêje derbarê şêwazê danûstandinên çekdaran bi welatiyên Azerbeycanê re, agahî ji çavkaniyên curbicur ji wan re tên û diyar dike, xelkê gundên Azerbeycanê ku çekdar li gundên wan bi cih bûne, ji ber hewldana ferzkirina şerîeta îslamê li ser wan gilî û gazinan dikin.
Typhusian herwiha dibêje ku zanyariyên wan hene ku çekdar diziya dikanan û talanê dikin, nahêlin jin servekirî derkevin derve û li kolanan kelûpelên xelkê didizin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin