PeyamaKurd- Li Lîmana Beyrûdê piştî di 4 ê tebaxê de teqînekî mezin çêbû û bi sedan kes mirin û bi hezaran kes birîndar bûn, di kontrolkirina lîmanê de 143 konteynirên ku di wan de teqemenî hene hatin dîtin.
Rêvebirê artêşa Lubnanê Roger Khoury ragihand ku wan dîtiye di lîmanê de gelek konteynirên tije teqemenî hene û weha got:
“Di lîmana Beyrûdê de ji 15 salan zêdetire ku 143 konteynir hatine depokirin û di wan de maddeyên teqemeniyê hene.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin