Rejîma Sûriyê peyama tehdîdê ji Îdlîbê re sand

Rejîma Sûriyê peyama tehdîdê ji Îdlîbê re sand

PeyamaKurd- Helîkopterên bi ser rejîma Beşer Esed li ser bajarê Îdlîb û der û dora wê ji hewa ve peyamên tehdîdê avête jêr.

Belavok li ser navê ‘Serweriya Giştî ya Leşkerî û Hêzên Çekdar’ hat belavkirin. Belavok bo ser navçeya Sermada, gundê Rem Hemdan û kampa penaberan ya bi navê Kemmûne de hat avêtin.

Belavok bi “Çarenûsa xwe bibjêre” destpêdike û li serê wêneyeka zilamekî ku miriye hatiye danîn. Di belavokê de weha dibêje:

“ Tu li hêviya çiyî çekdaro! Tu hêviya te di wan kesên ku te bi ber kuştin û xerabkirinê de dişînin de nemaye. Ew li otêla dijîn û pera bi dolar distînin û tu tenê bi qûtê nemirinê dijî. Tu çara te tine. Ya tu dê dev ji çekan berdî an tê bimrî. Ev çara te ya dawiyê ye. Dev ji çekan berde û were çarenûsa xwe bi deste xwe tayin bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin