Serok Barzanî bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê Martin Huth re civiya

Serok Barzanî bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê Martin Huth re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Yekîtiya Ewropayê bi boneya bidawîhatina erkê wî serdana Herêma Kurdistanê kiribû, pêzanîna wî ji bo vejîn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û destxweşî li wan destkeftan kir ku Herêma Kurdistanê di warên curbicur ên aborî, îdarî û aramiyê de bi dest anîne.

Martin Huth tekezî li wê kir ku Yekîtiya Ewropa di qonaxên dahatî de jî piştevana Herêma Kurdistanê dimîne.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên berdewam yên li pêş proseya siyasî û hilbijrtinên dahatî yên Iraqê hatin guftûgokirin. Herwiha tekezî li wê hate kirin ku başbûna pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de, dibe alîkar ji bo aramiya zêdetir a Iraqê.

Herwiha rewşa ewlehî û siyasî ya Sûriyê û pêşeroja Kurdan li Sûriyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin