PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê got ku agirbest encama berxwedana şevanên HSD, ya gelê kurd û ya gelên cîhanê ku piştgirî dane berxwedaniya wan e.
Mazlum Ebdi (Kobanî) di Ronahî TV de beşdarî bernameyekî bû û di derbarê agirbesta ku di navbera Amerîka û dewleta Tirk de hatiye kirin de got ku, ew ji vê pêvajoyê agahdarbûne û agahiya wan jê hebuye.
Ebdî got ku serokê Amerîkayê Trump bi xwe vê pêvajoyê bi rê ve dibe.
'AGIRBEST JI BO QADA DI NAVBERA GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ DERBASDAR E'
Ebdî di axaftina xwe de ev nirxandin kir, “divê gelê me bizane ku ev agirbest ji bo qada di navbera Girê Spî u Serêkaniyê derbasdar e. Wek tê zanîn li vê derê bi sedan xelkê sivîl hate qetilkirin û bi hezaran jî ji cihê xwe koçber bûn. Me jî ev agirbest qebûl kir. Ji bo ku ev agirbest bigihêje encamê em wek HSDê tiştên ku bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Amerîka di ber pêkanîna agirbestê berpirsayar e. Divê gelê me vegere cihê xwe. Divê armanca dagirkeran bi cih neyê. Ji bo qadên din tû hevdîtin çênebû. Ji xwe hêzên me hê jî di cihê xwe de ne.
Mezlum Ebdî got ku, ev agirbesta ku pêk hatiye encama berxwedaniya şervanên HSDê û wiha axivî, “ Ev agirbest encama berxwedaniya şervanên HSDê, ku ji ciwanên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê ye. Dîsa ev encama berxwedaniya gelê Kurd, gelên cîhanê ku ye ku piştevaniya gelê me kirine û encama dewletên cîhanî ye ku ku destek danê me. Ji bo wê jî hemû kesên ku piştevaniya me kirin em ji wan re spas dikin, slav û rêzên xwe pêşkêş dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin