PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê her cure çalakiyên cemawerî bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgeha Dîlokê ragihand, çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana konan û danîna standan ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku qedexe ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê û parastina tenduristiya giştî hatiye ragihandin.
Hat diyarkirin ku wê qedexe ji îro Yekşemê dest pê bike û heta 16ê Tebaxa 2020an berdewam dike.
Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 231 hezar û 869 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 5 hezar û 710 kes mirine.
Hêjayî gotinê ye, van rojên dawî bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê zêdebûneke berbiçav a belavbûna koronayê heye ku hem xemsariya welatiyan hem jî sistkirina tedbîran bûye sedema wê yekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin