PeyamaKurd – Sefîrê mezin yê Amerîkayê David Satterfield li Îstenbolê bi rojnamevanan re civiya û tîşkê xist ser gelek babetan ku di nav wan de babeta S-400 an jî heye. Sefîr weha got:
“Babetên em li ser wan hevparin ji yên nehevpar zêdetirin. Di babeta S-400 an de divê em karibin bêjin ku di destê Tirkiyê de S-400 tine ne.”
Di civînê de gelek pirs hatin kirin ku di nava wan de babeta Yûnanistanê, têkiliyên Tirkiyê bi YA yê re, hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyê û di babetên din de bersivên rojnamevanan da. Di mijara têkiliyên bi Tirkiyê re weha got:
“Em bo wexteka dûr û dirêj bi Tirkiyê re hevpar û hevkarin. Em ji bilî van danasînan, danasînên ku siyê bixe ser wan qebûl nakin. Em dixwazin bi rojevekî posîtîv, bi bawerî û fehmê têkiliyên xwe xurt bikin.”
Sefîr Satterfield li ser mijara zîrwerya lîderên YA yê ku dê di 25-26 ê adarê de çêbibe got; ew hêvî dike ku biryarên Tirkiyê li bende ne, bên sitendin. Sefîr li ser pirsan car din mijarê bir ser babeta S-400 an û weha got:
“Tirkiye dixwaze ji Amerîkayê hinek tiştnan bibîne; mijara F-35 an, kirîna Patriotan û hwd. Mirov dikare li ser wan biaxife. Divê em karibin bêjin ku di destê Tirkiyê de S-400 tinene. Eger ji nûh de S-400 an bikirin wê rewşeka ciddî derê pêşiya me. Wê tedbîrên tund derên pêşiya Tirkiyê. Di mijarê de welew rêvebirî gav navêje jî wê kongre gav bavêje.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin