PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, ji ber peymana Tirkiyê bi sektora berevaniyê ya Rûsyayê re ya têkildarî kirîn û ceribandina sîstema mûşekî S-400 a Rûsyayê, biryar da cezayan li ser Saziya Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirkiyê (SSB) ferz bike.
Di pêşniyara di Qeyda Federal a Amerîka de hatiye weşandin, Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Anthony Blinken da zanîn, Saziya Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirk, ji çend salan ve ye, bi Rûsan re 'peymaneke mezin' îmze kiriye.
Antony Blinken destnîşan kir, divê cezayên li gorî yasaya (CAATSA) li dijî wê saziya Tirkiyê û serokê wê Îsmaîl Demîr û sê serokên din bên ferzkirin.
Di pêşniyarê de hatiye eşkerekirin, qedexe ye welatiyên Amerîkayê bi Tirkên ku ceza li ser wan hene re serederiyê bikin.
Li gor pêşniyarê herwiha, dê mal û milkên kesên navên wan di lîsteya cezayan a Amerîkî de hene, bêne cemidandin û desthilatên Amerîka vîzeyê ji wan re dernaxe.
Herwiha dê hinardekirina berhemên Amerîkî ji bo Desthilata Tirkî were qedexekirin û dê dana deynên ku zêdetirî 10 milyon dolar e jî ji wê saziyê were qedexekirin.
Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir, cezayên CAATSA yên li dijî Tirkiyeyê dê sibe bi bandor bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin