PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Kamerûnê roja duşemê 79 zarok û 3 mezin hatin revandin. Rêvebirekî hukumetê ji BBC yê re ragihand ku li bajarê Bamendayê serê sibê zû bûyer qewimiye.
Zarokên ku hatine ravandin emrên wan di navbera 10 û 14an de ye. Piştî revandinê artêşa Kamerûnê bi berfirehî dest bi operasyonê kir. Li bakûrê rojhilat û başûrê rojavayê Kamerûnê, mîlîtanên serxwebûnê xebata xwe dikin.
Parêzgerê bakûr-rojava Adolpho Lele L'Afrique got ku revandin ji aliyê mîlîtanên serxwebûnê ve hatiye kirin.
Li Kamerûnê Îngîlîzî û Fransizî zimanê fermiye. Yên ku bi Îngîlîzî diaxifin ji nûfûsa welat %20 in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin