PeyamaKurd – Li bakurê Sûriyê li navçeya Babê, bi moşekan êrîşek pêk anîn.
Li gor zanyariyên destpêkê, ji ber êrîşên li dijî deverên niştecîbûnê hatin kirin, heta niha 17 kes birîndar bûn û di encama êrîşan de, li gelek cihên navçeyê zerarên madî derketin holê.
Welatiyên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li navenda navçeyê û ji ber giraniya birînên birîndaran, tirsa wê yekê heye ku kesên birîndar can bidin û hejmara birîndaran jî zêde bibe.
Li gor medyaya Tirkiyê, êrîş ji aliyê YPGê pêk hatiye.
Do jî derdora dahnê nîvro, li dijî du wesayîtên sivîl êrîşên moşekî hatibûn kirin û di encamê de, 2 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.
Navçeya Babê di destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin