PeyamaKurd - Sibê Yekşemê serdema nû ya yasadanînê li Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike. Hemû fraksyon projeyasayên xwe bo serdema nû amade kirine û zêdetir tekeziyê li ser pesendkirina wê projeyasayê dikin ku peywendiya xwe bi jiyana welatiyan ve heye.
Sibe Yekşemî (1ê Îlona 2019an) Parlamentoya Kurdistanê dicive. Di civînê serokên fraksyonan sê deqeyan werdigrin daku nerînên xwe derbarê karê destpêkê yê yasadanînê de pêşkêş bikin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê, endamên parlamentoyê vexwendine, daku beşdarî "Vekirina Gera Payîzê" ya Yasayî ya Sala Yekem a Gera Hilbijartina Pêncem a Parlamentoyê bibin.
Biryarderê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, Celal Mihemed dibêje, desteya serokatiya parlamentoyê di rojên borî de li gel hikûmetê civiyaye, ji bo ku hêlên giştî yên siyaset û bernameya karê hikûmetê were temamkirin, lewma ew dê di gera nû ya yasadanînê de, bêtir kar li ser wan projeyasayan bikin ku hiikûmet dê bişîne parlamentoyê.
Endamên Gera Pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ji 06.11.2018ê ve sonda yasayî xwarine, lê heta niha parlamentoyê tenê sê projeyasa pesend kirine û 11 biryar derxistine.
Endamê Parlamentoya Kurdistanê, Luqman Werdî sedema ku hejmareke kêm projeyasa hatine pesendkirin û derxistina yasayan di demsala berê ya yasadanînê de, bi gotûbêjên taybet bi pêkanîna hikûmetê ve girêda.
Luqman Werdî ji medya Kurdistanê re got, hemû fraksyonan projeyên xwe amade kirine bo demsala nû ya yasadanînê û amaje bi wê yekê da, ku di demsala nû ya yasadanînê de girîngî bi wan projeyasayan tê dayîn, ku peywendiya wan bi jiyana xelkê û çaksaziyê ve heye.
Li gor Peyrewa Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, diviyabû 01.06.2019 parlamenter betlaneya gera yasadanînê ya biharê werbigirin, lê ji ber paşketina pêkanîna hikûmetê, gera biharê ya yasadanînê 15 rojan hatibû dirêjkirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin