PeyamaKurd - Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Iraqê Jeanine Hennis, ragihand ku ew ji ber tundiya dijî xwepêşanderên li Bexda û bajarên din nîgeran e.
Herwiha Jeanine Hennis Plasschaert banga aramîyê li Iraqe kir û xemgîniya xwe ji ber hebûna kuştî û birîndarên di nav xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de diyar kir. Wê got ku mafê her kesî ye ku di nav çarçoveya qanûnan de bi azadî bipeyîve.
Nûnera taybet bang li berpirsên Iraqî kir ku di dema cîhanîna qanûn û parastina gel û mulkên hemwelatîyan de, hêza kontrolkirî li dijî xwenîşanderên aştîyane bi kar bîne û ewlehîya wan misoger bike.
Duhê li Bexdayê îro jî li Besra, Babîl, Necef, Zîqar, Wast, Musena, Semawe jî xelk dijî hêzên emnî dest bi xwepêşandanan kir.
Ligor zanyariyan xwepêşanderan li Wast, Babîl û Mûsenayê bi ser avahiyên parêzgehan da girtine û di encama wan çalakiyan da polîsek li parêzgeha Wastê hatiye kuştin.
Xwepêşander daxwaza xizmetguzarî, nehiştina hejariyê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin