Pûtîn û Trump li G20 ya li Japonyayê civiyan

Pûtîn û Trump li G20 ya li Japonyayê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li G20 ya li Japonyayê kom bûn.

Berî civînê, rojnamevanekî ji Trump re got ku ‘’Hûnê derbarê maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka jî biaxifin?’’ û li ser vê Trump got, ‘’erê, bêguman’’. Piştre Trump li Pûtîn zivirî û ji wî re got ku ‘’Li hilbijartina me mudaxale neke’’ Gava ew gotinên Trump hatin wergerandin Pûtîn bişirî.

Îdiayên ser maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka demeke dirêj di rojeva Washingtonê de bû.

Dozgerê Taybet Robert Mueller piştî xebateke bi qasî du salan dabû zanîn ku ti delîlên nîşan didin tune ne ku Rûsya li hilbijartina Amerîkayê mudaxale kiriye.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Pûtîn û Trump li Civîna G20ê ya li Japonyayê di çarçoveya Idlibê de li ser Tirkiyê û rewşa Sûriyê axivîne. Peskov, “Miijara Sûriyê û Idlibê jî vebû. Di vê çarçoveyê de li ser Tirkiyê gotubêj hatin kirin. Herweha herdu alî li ser Çînê jî axivîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin