PeyamaKurd - Serokê Odeya Dermansazan a Stenbolê Zafer Cenap Sarialîoglu ragihandiye ku 9 dermansaz û zêdetirî 16 xebatkarên wan bi vîrusa koronayê ketine. Du roj berê jî dermansazek li Stenbolê ji ber nexweşîya Covid-19 can dabû.
Serokê Odeya Dermansazan a Stenbolê Zafer Cenap Sarialîoglu bal kişand ser ku piştî nexweşxaneyan, dermanfiroş cihên duyem ên herî xeter in got ku li Stenbolê 9 dermansaz û 15-16 kesên li ba wan kar dikin bi vîrûsa koronayê ketine.
Serokê Odeya Dermansazan daxwaz ji welatiyan jî kir, “Heger ne ji neçarî be neyên dermanxaneyan.”
Sarialîoglu da xuyakirin li nav dermanxanfiroşan ji bo mesafeya dûrbûnê xet kişandine û divê welatî pêbendê wê bin.
Li Tirkiye ji bo maskeyên dewleta belaş dide, gelek kes diçin dermanfiroşan ku ev jî bêhtir metirsiya belavbûna vîrusa korona bi xwe re tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin