PeyamaKurd - Hat ragihandin ku lii Kampa penaberên êzidî ya li Dihokê şewatek derketiye û di encamdana wê şewatê de 7 çadir şewitîne.
Berpirsê Kampa êdisiyên Şariya Dihokê Mihemed Emîn derbarê şewatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku îro danê nîvro ji ber panela ceryanê li kampê şewatek derketiye û di encamdana wê şewatê de 7 çadirên penaberab û otombêlek şewitiye.
Mihemed Emîn da zanîn ku di wê şewatê de tu kes nemiriye û tîmên agirkujiyê di zûtirîn demê de mudaxeleyî bûyerê kirin û şewat vemirandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin