Encûmena Wezîrên Kurdistanê biryar da projeyasayeke sefat bê amadekirin

Encûmena Wezîrên Kurdistanê biryar da projeyasayeke sefat bê amadekirin

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane pêk anî.

Di civînê de Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab zanyariyên zêdetir û pêwîst li ser hejmar û datayên taybet bi dahat û xercî û kurtanîna nav budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021ê pêşkêş kir.

Piştî gotûbêj û danûstandina ramanan li ser têbînî û mijarên cihê balkêşiyê ku ji aliyê endamên Encûmena Wezîran ve hatiye eşkerekirin, biryar hat dayîn ku Wezaretên Darayî û Aborî û Plandanîn û Çavkaniyên Sirûştî bi hemahengiya ligel Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê, civîna pêwîst encam bidin ligel lijneyên taybetmend ên Parlamentoya Kurdistanê (darayî û karûbarên aborî, çavkaniyên sirûştî û yasayî).

Herwiha ev jî tevî civîneke taybet ligel hemû fraksiyonên li nav Parlamentoya Kurdistanê, ji bo pêdana berçavroniya zêdetir û pêkanîna hevfêmkirineke hevbeş di navbera hikûmet û parlamentoyê de, da ku projeyasayeke şefaf û giştgîr were amadekirin û piştî pesendkirina ji aliyê Encûmena Wezîran ve, ji bo dengdanê bişînin Parlamentoya Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin