PeyamaKurd – Li payîtexta Iraqê li Bexdayê li meydana Tahrîrê xwepêşandan hat kirin û xwepêşandêr xwestin derbasî Xeta Kesk bibin. Xeta Kesk ew devere ku dîplomat û rêvebiriya Iraqê lê dimînin. Hêzên asayîşê bi sîlihan li xwepêşandêran xistin û di encamê de 1 kes hat kuştin. Tê gotin ku di nav xwepêşandêran de birîndar hene.
Xwepêşandêr bi sedema kêmasiya xizmetê û kuştina aktîvîstan, li dijî hukumetê, xwepêşandanê dikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin