PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen li ser gefên destwerdanê yên Tirkiyê bo Rojhilatê Firatê da xuyakirin ku ew ji her destêwerdaneke leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê dilgiran in.
Geir Pedersen ragihand ku ew ji her destêwerdaneke leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê dilgiran in û got ku dê rewşeke mirovî ya xerab jî li pey xwe bîne.
Hêjayî gotinê ye, doh piştî hevdîtinên sê rojan ên rayedarên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê hat ragihandin ku ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê li ser çend xalan li hev kirine. Li gor wê lihevkirinê, Odeya Operasyonên Hevbeş tê damezirandin, lê derbarê kûrahî û awayê herêma ewle ya tê plankirin de ti hurgilî nehatibûn belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin