PeyamaKurd – Polîsê dewleta Afrîka Başûr bo ser keştiyekî operasyon kir û di keştiyê de 1 ton kokaîn ket dest. Li gor ragihandina çapemeniya Afrîka Başûr beşa îstîxbaratê û polîs li bajarê Cape Townê li perava Saldanha yê avêtin ser keştiyekî û di keştiyê de 1 ton kokaîn hat girtin.
Bihayê kokaînê li dora 40 mîlyon dolare û di şeklê 973 paketan de hatiye amadekirin. Li ser mijarê 4 hemwelatiyên Bûlgaristanê û 6 hemwelatiyên Myanmarê hatin binçavkirin. Wê van 10 kesan li heman bajêrê derxin pêşberê dadger.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin