PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, komên çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, derdora Eyn Îsayê topbaran kirin û di encamê de 2 şervanên HSDê can dan.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, gundê Seyda yê li Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de 2 şervanên HSDê can dan.
Herwiha hat diyarkirin, li rojhilatê Helebê di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û şervanên YPGê de şer derket û di encamê de jî çekdarek hat kuştin.
Berdevkê HSDê Kîno Gabriyêl ragihandibû, tevî ku rêkekeftinên agirbestê di navbera Tirkiye, Rûsya, Tirkiye û Amerîka de hene, lê Tirkiye berdewamî êrîşî navçeyên wan dike.
Berdevkê HSDê hişyariya da û got, artêşa Tirkiyê hêzê li Girê Sipî kom dike û gefeke cidî heye ku êrîşî navçeyên wan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin