Efrîn | Sermilîsek û 5 çekdar hatin kustin

Efrîn | Sermilîsek û 5 çekdar hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Efrînê di encama teqîna bombeyekê de, sermilîsekî grûpa Feyleq El-Şam a girêdayî Tirkiyê û Ixwan Mislimîn li dorûbera gundê Buyê yê Şêrawayê hat kuştin.

Çavkaniyan diyar kiriye ku çend roj berê otomobîla sermilîsê bi navê “Hemze Ebû Zeyd” li gel serbazekî Tirk bi navê Mihemed Alton teqiya ye û di encamê de leşkerekî Tirk miriye û Hemze Ebu zeyd jî bi birîndarî bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hatiye veguhestin.

Herwiha li gorî ragihandina Afrinpostê 5 çekdar ji milîsên “Hereket Ehrar El-Şam” di teqîna depoyekê li kampa li dorhêla gundê Çûlaqa yê navçeya Cindirêsê hatine kuştin.

Li Cindirêsê jî çekdarên nenas otomobîla sermilîsekî “Cebha El-Şamiyê” bi teqemeniyekê li naverasta bajarokê Mabeta armanc kir ku kesê bi navê Ebû Mihemed Hezawnî û ajokarê wî bi giranî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin