PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Konferansa Stenbolê ya hevdîtinên Aştiyên Afganistanê ku biryar bû di navbera 24ê Nîsanê û 4ê Gulanê de were lidarxistin, ji bo tarîxeke pêş hatiye paşxistin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya nivîskî de daye xuyakirin, “Ji ber pêşhatên dawî û piştî ku bi aliyan re şêwr û mişêwrên berfireh hatin kirin, ji bo ji konferansê pêşketineke berbiçav encam bide û şert û merc guncavtir bibin biryar hat dayîn ku konferans ji bo rojên pêş bê bipaşxistin.”
Herwiha hat gotin “Ji bo li Afganistanê aştiyeke mayînde û adil bê durustkirin û ji bo gotûbêjên ku di meha Îlona sala çûyî de li Dohayê dest pêkir bilez bimeşe, bi pêşengî û organîzasyona Tirkiye, Qeter û Neteweyên Yekbûyî; biryar hatibû dayîn ku di navbera 24ê Nîsan û 4ê Gulana 2021an de li Stenbolê, di navbera Komara Îslamî ya Afganistan û nûnerên Taliban de konferansekê payebilind bihata sazkirin. Lê di çarçoveya geşepêdanên dawî de û piştî ku bi aliyan re şêwr û mişêwrên berfireh hatin kirin, ji bo ji konferansê pêşketinekê berbiçav encam bide û şert û merc guncavtir bibin; biryar hat dayîn ku konferans ji bo rojên pêş bê taloqkirin. Tirkiye, Qetar û Neteweyên Yekbûyî ji bo li Afganistanê pêkanîna aştiyê wê hemû hewlên xwe yên dilsozane bi biryardarî berdewam bikin.”
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Talîbanê ragihandibû ku ew beşdarî konferansa li Tirkiyê nabin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin