Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê zarokekî Kurd li Efrînê kustin

Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê zarokekî Kurd li Efrînê kustin

PeyamaKurd - Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, zarokekî Kurd ê Efrînî kuştin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kir, komên çekdar li nava bajarê Efrînê otombîlek gulebaran kirin. Di encamê de zarokekî 3 salî bi navê Yûsif Osman hate kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, diyardeya teqekirin û avêtina guleyan di nava bajêr de zêde bûye. Gelek caran jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin